"Berlîn û Şam ji bo vegera penaberên Sûriyê hevkariyê dikin"

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz di hevdîtina Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera de, ragihand ku ew dixwaze ji sedî 80 ji Sûriyên ku li Almanyayê dijîn, ku hejmara wan ji milyonekî zêdetir e, vegerîne welatê wan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz di hevdîtina xwe ya îro li Berlînê de bi serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera re, diyar kir ku her du alî li ser mijara vegera penaberên Sûriyê yên li Almanyayê bo welatê wan bi hev re dixebitin.

 

Friedrich Merz di civîneke çapemeniyê de li paytexta Almanyayê li gel Serokkomarê Sûriyê wiha got:

 

"Ji sedî 80 ji Sûriyên ku li Almanyayê dijîn, ku hejmara wan ji milyonekî zêdetir e, em bi hev re dixebitin da ku welatiyên Sûrî bikaribin vegerin welatê wan."

 

Hejmara penaberên Sûrî yên li Almanyayê zêdetirî milyonek kesî derbas kiriye.

 

Piraniya penaberan di navbera salên 2015-2016ˊan de, ji ber krîza Sûriyê koçber bûne.

 

Ehmed Şera jî di civîna çapemeniyê de wiha anî ziman:

 

"Em bi hevkarên xwe re yên ku di hikûmeta Almanyayê de ne dixebitin, da ku bernameyekê ji bo vegera koçberan ava bikin.

 

Her wiha ev bername dê rê bide Sûriyên jêhatî ku bêyî dev ji jiyana ku wan li Almanyayê ava kiriye berdin, beşdarî ji nû ve avakirina welatê xwe bibin.

 

Ev yek ji bo kesên ku dixwazin bimîn in."

 

Serokwezîrê Almanyayê destnîşan kir ku şandeyeke hikûmeta Almanyayê wê di rojên pêş de ji bo vê armancê serdana Şamê bike.

 

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz di dawiyê de eşkere kir ku, di civîna ku wan ji mêvanê xwe re raber kiriye, ku ev projeyên hevbeş bi pêşketina xurtkirina serweriya hiqûqê li Sûriyê ve girêdayî ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye