Kaya Kallas: Vekişîna 5000 leşkerên Amerîkî surprîz bû

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas, eşkere kir ku biryara vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Almanyayê, ji bo wan surprîz bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hebûna leşkerên Amerîkayê li Ewropayê yek jî rojeveke sereke ya NATOyê ye.

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas, got ku biryara vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Almanyayê ji bo wan surprîz bû.

Kaya Kallas, da xuyakirin piştî vê yekê ew dibîne ku pêdivî bi xurtkirina stûna Ewropî di NATOyê de, heye.

Her wiha Kallas destnîşan kir ku hebûna lêşkerên Amerîkayê li Ewropayê ne tenê dikeve berjewendiyên welatên Ewropayê, lê di berjewendiya Amerîkayê de ye jî.

Ev yek, piştî wê yekê hat ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte got ku welatên Ewropî "peyamek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirtine û niha ji bo mîsogerkirina pêkanîna peymanên têkildarî karanîna baregehên leşkerî dixebitin.

Roja şemiyê Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku welatê wî dê hebûna xwe ya leşkerî li Almanyayê kêm bike.

Ev yek jî piştî nakokiyên di navbera Trump û Şewirmendê Almanî  Friedrich Merz hat, ku Merz gotibû stratejiya Amerîkayê li hemberî Îranê tune ye.

Di heman demê de, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius di derbarê vekişîna 5 hezar leşkerên Amerîkayê ji welatê wan, weke gefeke Trump pênase kir û got ku ew li benda vê gavê bûn.

Her wiha Wezîrê Parestinê yê Almanyayê da zanîn ku welatên Ewropî dê berpirsiyariya parastina xwe bêtir bigirin ser xwe.

Beriya niha jî, Trump Yekîtiya Ewropayê rexne kiribû û gotibû ku hin welatên NATOyê di şerê li dijî Îranê de piştgirîya têrker a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nekirine.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye