Daneyên Wezareta Darayî û şîrketa petrolê nakok in

Di navbera Wezareta Darayî ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyê û şirketa Petrolê de nakokî hene. Ev yek jî pirsên cidî li ser kî fonên giştî bi rê ve dibe û mekanîzmayên çavdêriya dahatên petrolê li Sûriyê çi ne, derdixin holê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Darayî ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyê diyar kir ku dahatên sala 2026'an bi tevahî 958 milyar û 800 milyon lîreyên Sûriyê, ango 8 milyar û 716 milyon dolar e.

Li gorî wezaretê dibe ku ji sedî 27 ji van dahatan ji petrol û gazê werin.

Lê rêveberê Şîrketa Petrolê ya Sûriyê SPC'ê daxuyaniyên çapemeniyê da û îdia kir ku ji sedî 80'ê ji xezîneyê bi rêya dahatên petrolê tê fînansekirin.

Di van daneyên wezareta Darayî û şîrketa Petrolê de, nakokiyeke berbiçav heye.

Ev nakokî derî li ber pirsan vedike, bê ka gelo li Sûriyê saziyeke darayî ya cuda heye ku li derveyî Wezareta Darayî û Banka Navendî dixebite, kî çavdêriya van fonan dike û kî çavdêriya belavkirina wan dike.?

Aborînasan diyar kir ku ev daxuyaniyên nakok ji bo xezîneya giştî, rêveberî, çavdêrî û hejmara dahatên wê, xeteriyên mezin çêdikin.

Ya herî girîng jî, kî çavdêriya çawaniya xerckirina fonan dike?

Aborînasan destnîşan kirin ku Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê diyar kiriye ku desteyeke rêveber fonên giştî bi rê ve dibe, lê şîrket bi xwe jî ji hêla Parlamentoya Sûriyê ve nehatiye damezrandin, ev yek jî ji hêla qanûnî ve ne rewa ye.

Li gorî qanûna Sûriyê, bêyî çarçoveyeke qanûnî, ti şîrket nikare fonên derve bi rê ve bibe.

Şîrket îdia dike ku fonên wê ji hêla serokê Hikûmeta Veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şera ve tê şopandin, ev jî pirsan li ser rola Wezareta Darayî di rêvebirina van dahatan de derdixe holê.

Ev yek bi taybetî pir girîng e, ji ber bi hezaran tankerên petrola Îraqê ji bo hinardekirinê, di nav xaka Sûriyê re derbas dibin, ango dahatên transîtê, dakêşandin, pompekirin û barkirinê hene.

Li Sûriyê kî sektora pertrolê bi rê ve dibe?

Pirs niha ev e, ev dahat diçin ku derê?

Aborînasan hişyarî li ser hewldanên dûrxistina hesabên petrolê ji çavdêriya yasayê û ketina wê di sindoqên taybet ên qesra serokatiyê de da, wekî çawa rejîma berê dikir.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye