Şerê li herêmê bandorê li ser aboriya Îraqê jî dike

Welatiyên Îraqê anîn ziman ku şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, zexteke mezin li ser jiyana welatiyan dike û di warê aborî û derûnî de bandoreke mezin li Îraqê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê ku bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê gur bûye, dikeve roja xwe ya 14'an, pevçûn li seranserê herêmê her diçe belav dibe.

 

Welatê ku herî zêde ji vî şerê bandor dibe û dibe qada êrîşên hewayî yê Îranê jî Îraq e.

 

Ji ber sedema şer deriyên sînorî yên di navbera Îran û Îraq'ê de girtîne. Ev bandor li ser aboriya herêmê jî dike.

 

Welatiyên Îraqê têkildarî bandora şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê û bandora şer ya li ser aboriya Îraqê û derûniya xelkê herêmê axivîn.

 

Welatiyê bi navê Ubeyd Hazim Seîd diyar kir ku şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê li ser welatiyan zexteke aborî çêdike û got:

 

“Vê yekê jî bandor li ser kirîn û firotinê kiriye.

 

Niha ji bo pêwîstiyan hatime bazarê lê tirsa min li ser bihabûna kelûpelane.”

 

Karkerê bi navê Seîd Necîb jî diyar kir ku ji xwe ji ber meha Remezanê bazar sist bûye û gelek xwaringeh hatine girtin û wiha axivî:

 

“Beşek ji bazirganan ji tirsa bilindbûna nirxê dolar, nirxên kelupelan biha kirine.

 

Vê rewşê jî jiyana welatiyan xistiye nava zehmetiyê.”

 

Pisporê Aboriyê Abdullah Mela destnîşan kir ku şerê Îsraîl-Amerîka ya li ser Îranê raste rast bandor li aboriya Îraqê kiriye û wiha berdewam kir:

 

“Bazirgan li şûna dînar berê xwe dane dolar kirînê. Ev krîz bandorê li peydankirina pêwîstiyên ji aliyê Îranê ve tên, çêdike.

 

Ji vana berhemên çandiniyê, zebze, fêkî û xorak, dîsa amûrên avahîsazî hene.”

 

Berpirsê Rêveberiya Amarên Nînowa Newfel Silêman Talib diyar kir ku di her krîzeke siyasî û ewlehiyê de welatî berê xwe zêdetir didin kirîna kelupelan û xorekan û got:

 

“Di her rewşa ku tişt li bazarê kêm bû, dibe sedema bihabûna nirxên kelupelan.

 

Peydakirina pêwîstiyên jiyanî yên asta herî jêr, wê bihêle ku nirxê bazarê kêm bibe.

 

Li aliyê din divê çavdêriya bazarê hebe, ji bo kontorlkirina bazarê û kêmkirina krîzan.”

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye