Di derbarê naveroka liehvkirinê de, medyaya Iraqî ev ahagî par vekir.
Peyman di navbera kompanyayên neftê, Wezareta Neftê ya Iraqê, Wezareta Çavkaniyên Sererd û Binerd a Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê de hatiye îmzekirin.
Heya niha jî naveroka wê lihevkirinê bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin, lê vê pirsgirêkê bandoreke mezin li ser aboriya Herêma Başûrê kurdistanê çêkiribû û mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêmê, ne di dema xwe de dihatin dayin û gelek caran bi mehan dirêj dikir, heya ku mûçeyê mehekê dihat dayîn.
Mûçeyên meha 12’an ên sala borî û mehên tîrmeh, tebax û îlona îsal hê jî nehatiye dayîn.