Rêxistina Navneteweyî ragihand ku li Sûdanê şerê navxweyî bûye sedema hilweşîneke berfireh a tendirustiyê.
Her wiha rêxistinê destnîşan kir ku di nava salekê de, 3 hezar kes ji ber nexweşiyên Kolerayê jiyana xwe ji dest daye û li serenserî Sûdanê zêdetirî 100 hezar kes bi kolerayê ketine.
Cîgira Nûnera Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê li Sûdanê Hala Khedri da xuyakirin ku rêxistinê kampanyaya derzîkirinê li eyaleta Darfûra Bakur daye destpêkirin û wê zêdetirî 406 hezar kes werin derzîkirin.
Hala Khedri da zanîn ku li Darfûrê ji ber Kolerayê 358 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzîkî 12 hezar û 739 kesên din jî bi kolerayê ketine.