DYA’yê têketina welatiyên Sûrî a li welatê xwe qedexe kir

Koşka Spî têketina welatiyên Sûriyê û yên hin welatên din bo DYA’yê qedexe kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Koşka Spî Li rex welatiyên Sûrî, têketina welatiyên Başûrê Sûdanê, Borkîna Faso, Malî û Nîjerê bo DYA’yê qedexe kir.

Hate diyarkirin ku Amerîkayê ev tedbîr  di çarçoveya `xurtkirina ewlehiya neteweyî û parastina ewlehiya giştî de” girtî ye.

Her wiha di daxuyaniyê de têketina kesên ku belgeyên Filistînê bi wan re ne jî hat qedexekirin.

Koşkê diyar kir ku ev gav ji bo kêmkirina rêjeya welatiyên ku bi awayekî nerewa li DYA’yê mane û dema mayîna wan bi ser re çûye, hat avêtin.

Li gorî daxuyaniyên fermî, rêjeya kesên ji Sûriyê yên ku bi vîzeya geştiyariyê yan jî ya kar li DYA’yê mane û dema mayîna wan bi ser re çûye, ji sedî 7.09 e.

Rêjeya kesên ku bi vîzeya xwendinê û veguhastina çandî û perwerdeyê jî li wir in û dema mayîna derbas bûye jî ji sedî 9.34 e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye