Serokê Amerîka Donald Trump 22’ê Hezîranê ragihand ku artêşa wan “êrîşeke serkeftî” li dijî 3 xalên tesîsên nukleerî yên Îranê; Fordo, Natanz û Îsfehanê pêk anî.
Trupm piştî êrîşê, hişyarî da Îranê ji bo bersivdayînê û got: “Êdî gereke Îran rêya aştiyê hilbijêre.”
Îsraîl çi got?
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu êrîş wekî “xaleke werçerxeke dîrokî” ya li dijî Îranê bi nav kir û rola Amerîkayê di wêrankirina xalên nukleerî de bi keyfxweşî pêşwazî kir.
Bertekên Îranê
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî êrîş şermezar kir û wî wekî êrîşek “kirêt û binpêkirina herî cidî ya rewatiya navneteweyî” bi nav kir. Eraqçî tekez kir ku Tehran hemû vebijarkan ji bo bersivdayînê vedişêre û tevî êrîşê jî dê bernameyên xwe yên nukleerî bidomîne.
Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê di vê derbarê de got: “Komployên xerab dê nikaribin pêşveçûna bernameya nukleerî ya Îranê rawestînin.” Ajansa Nukleerî ya Îranê jî êrîşên Amerîkayê wekî “êrîşên hovane” bi nav kir.
Bertekên navdewletî:
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres nîgeraniya xwe li ser zêdebûna rêjeya metirsiyên li herêmê anî ziman û tekez kir ku: “Şewazên leşkerî çareseriyê naynin û rêya herî baş vegera dîplomasiyê ye.”
Bertekên Dewletên Yekbûyî yê Amerîka(DYA) jî di navbera du aliyan de hat parçekirin. Hêzên komarperest piştgirî dan vê êrîşe, lê li aliyê din hêzên demokrat ev êrîş wek “êrîşa ne destûrî” bi nav kirin.
Ji aliyê xwe ve New Zelanda, Avusturalya û Meksîkayê banga aramî û dîplomasiyê kirin.
Çînê bi tundî rexne li êrîşê kir, wê şibande dagirkirina Iraqê û banga diyalogê kir.
Venezuela û Kubayê jî êrîş bi tundî şermezar kirin. Lê Almanya piştgiriya Îsraîlê kir.
Serokwezîrê Keyatiyên Yekbûyî Keîr Starmer piştgiriya xwe ji bo pêwîstiya pêşîgirtina li bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve nîşan da û tekezî li ser pêwîstiya vegera danûstandinan kir.
Bertek hîn jî di navbera aliyên ku piştgirî didin êrîşê ji bo lawazkirina şiyanên Îranê û aliyên ku li dijî wê ne dewam dike.
Ebîr Muhemed