'Têkoşîna me ya darizandina sûcdarên komkujiya Gara Enqera didome'

DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya Gara Enqerayê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de bibîranî. DEM Partiyê destnîşan kir ku wê xewn û xeyalên aştiyê yên qurbaniyên komkujiyê, pêk bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 10'ê Cotmeha 2015'an de, çeteyên DAIŞ'ê, li hember mîtîngekê li Gara Enqerayê ku bi deh hezaran kes tê de amade bûn, êrîşeke xwekuj, pêk anîn.

 

Di encama wê êrîşê de, 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 419 kes jî birîndar bûn.

 

Bi boneya salvegera 10'emîn a vê komujiyê, Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku: "kujeran û hêzên li pişt wan, xwestin bi vê komkujiyê hêviya kesên azadîxwaz û demokrat tine bikin, erdnîgarî bikeve tarîtiyê de, dijminatiyê bixe nava gelan û bi vî rengî şer û siyaseta zilmê daîmî bikin."

 

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku: "Xwediyên vî mejiyê tarî li gel hewldan û êrîşên xwe jî bi ser neketin. Nekarîn bi têkoşîna me ya ked, aştî û demokrasiyê gav paş ve bide avêtin."

 

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê tekez kir ku di sala 10'emîn a komkujiyê de ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîna wan li her qadê dewam dike û wiha bi dawî kir:

 

"Heta ku hesab ji kujerên rastî yên komkujiyê bê pirsîn û wezîfedarên cemaweriyê yên xemsariya wan hebû bêne darizandin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24