Li Taxa Fatîhê ya Kolikê nîqaşa devkî ya di navbera du koman de veguherî pevçûna bi kevir û daran.
Di pevçûnê de 3 kes ji ber lêdanê birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û her sê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.
Hat zanîn ku rewşa birîndaran a tenduristiyê baş e.
Li aliyê din, polîsan 4 kesên ku tevlî bûyerê bûbûn desteser kirin.
Sedema vê pevçûnê heta niha jî nayê zanîn.