Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku hêzên wan şerkî qehermanî li dijî çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê dikin. Her wiha da zanîn ku çekdaran lihevhatina dawî binpê kirin û di dema vekişînê de li derverên Disî Afnan û derdora bajar El Resafê ketin pêşiya hêzên wan.
QSD`ê Ragihand ku çekdarên Hikûmeta bi çekên giran gundewarê rojavayê Reqayê topbaran dikin, hêzên wan jî bersiva êrîşan didin û çeperên xwe yên parastinê asê dikin.
QSD`ê diyar kir ku pevçûnên niha diqewimin û bersiva hêzên wan di çarçoveya mafê xweparastinê de pêk tên û da zanîn ku hêzên wan dê çeperên xwe biparêzin û bersiva hemû binpêkirinên lihevatinan bidin.
Li Thawra pevçûnên dijwar rûdidin
QSD’ê ragihandin ku li devera neftê ya Thawra a li başûrê Tebqayê ya li derveyî herêma lihevkirinê ye, pevçûnên dijwar rûdidin.
Navenda Ragihandina QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û agahiyên nû parve kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî komên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî şervanên QSD’yên xwe paşve dikişandin, alozî berdewam dike.
Hat diyarkirin ku komên çekdarên êrîşî herêmên ku li derveyî deverên ku QSD xwe ji wir dikişîne jî kiriye û pevçûn derketine.
Li gorî daxuyaniyê zeviyên neftê yên Thawra ku dikevin başûrê Tebqayê jî li derveyî herêmên lihevkirinê dimînin, lê çekdaran êrîşî kirine.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku li Thawrayê di navbera şervanên QSD’ê komên girêdayî hikûmeta Veguhêz de pevçûnên dijwar diqewimin.
QSD: Şam û hêzên navneteweyî berpirsyarên dorpêçkirina şervanên me ne
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ragihand ku ji ber êrîşên Hikûmeta Veguhêz, hinek şervanên wan li Dêr Hafir û Meskene di dorpêçê de mane. QSD’ê diyar kir ku ew Şam û hêzên navnetewî ji ewlehiya şervanên xwe berpir dibînin.
Navenda Ragihandina QSD’ê derbarê êrîşa komên çekdar ya li ser şervanên wan ên ku ji Dêr Hafir û Meskene xwe vedikişandin de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di encama xiyaneta hikûmeta Şamê û binpêkirina peymana ku ji hêla hêzên navneteweyî ve hatiye piştgirîkirin de, komên şervanên me li bajarokên Dêr Hafir û Meskeneyê dorpêçkirî ne. Tevî ku ji bo vekişandina hêzên me 48 saet hatibûn diyarkirin jî, hikûmeta Şamê peyman binpê kir û bi tangan êrîşî şervanên me kir.
Em hikûmeta Şamê û piştgirên wê yên navneteweyî bi tevahî ji ewlehî û jiyana şervanên xwe yên dorpêçkirî berpirsiyar dibînin. Pêwîst e rê li ber derbasbûna wan a bi ewle bê vekirin ku bi çekên xwe derbasî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin."