Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe.
Gelek siyasetmedar, parêzer û çalakvanên neteweyî û navneteweyî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de hatibû destpêkirin û her wiha ezmûnên xwe yên cîhanî nîqaş dikin.
Rûniştina ewil a roja duyemîn a konferansê jî bi sernavê 'Ji netewe dewletê ber bi neteweya demokratîk ve' hat lidarxistin.
Îro jî di konferansê de gelek kesên di qada navneteweyî de bi têkoşînên xwe yên aştiyê tên naskirin jî pêşkeşiyê dikin.
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê û Berpirsyara Têkiliyên Karên Derve Ebrû Gunay moderatoriya rûniştinê kir.
Profesorê Dîroka Hemdem ê Misrê Mohamed Refaat cerebeyên xwe yên li ser avakirina netewe dewletê parve kir.
Prof. Mohamed Refaat: Ez silavên xwe yên taybet ji Ocalan re dişînim
Prof. Mohammed Refaat ewil silavên xwe yên taybet ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şand û got:
“Ez di serî de silavên xwe yên taybet ji Ocalan re dişînim.
Min pişti banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê li ser mijara Banga Aştî û Civaka Demokratîk dest bi dayîna wêneyê kir.
Li gorî Ocalan, çareserî Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre Komara Demokratîk û Civaka Demokratîk e.”
Prof. Norman Paech: Divê tecrîd rabe û Ocalan azad bibe
Piştre jî Profesorê Alman Norman Paech axivî.
Paech da zanîn ku pirsgirêka neteweyî ne bi rêya netewe dewletê lê bi wekhevî û demokratîkbûnê dikare were çareserkirin û got
“Divê hebûn û nasnameya Kurdan û kêmaniyên din bi rêya mafên kolektîf were parastin.
Di navbera dewleta navendî û rêveberiyên xweser ên herêmî de parvekirina erkê divê bi qanûnî bi rengekî hêsanî bê sererastkirin.
Ev kar nîşan dide ku fikir û pêşniyarên Ocalan ên ji bo demokratîkbûna Tirkiyê destnîşan kiriye çawa reh berdane nava civakê.
Lê belê ji bo ev yek veguhere diyalogeke rasteqîn a ku rastiyên demokratîk ên nû diafirîne, tiştekî kêm maye:
Ew jî berdana Ocalan a ji girtîgeha girava Îmraliyê ye ku di nava îzolasyoneke li derveyî mirovahiyê de ye."
Nadîre Mater: Zimanê aştiyê gelek girîng e
Paşê rojnameger û nivîskar Nadîre Mater jî bi sernavê “Azadiya Çapemeniyê, Heqîqet û Zimanê Aştiyê” gotarek pêşkêş kir û got:
“Zimanê aştiyê gelek girîng e. Hewce ye zimanê aştiyê li pêş bikeve. Divê hemû astengiyên li pêşiya desteserkirina azadiya derbirînê were rakirin.
Medya AKP'ê wekî ku weşanek aştiyê dike xwe derdixe pêş lê ne wisa ye. Mijara aştiyê pir li nav hev dixe.
Meseleyê şor dike û her tiştî serûbin dike. Zimanê medyayê pir belav e. Her tiştî sor dike.”
Rûniştina duyemîn, bi xwendina peyamê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê dest pê kir.
Piştre jî bi sernavê “Perspektîfên azadî, aştî û pêşerojê” pêşkeşî hate kirin.
Parastvana mafên mirovan Eren Keskîn moderatoriya rûniştinê kir.