Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo pîrozbahiyên 21'ê Adarê yên sala 2026'an deklerasyona xwe duh eşkere kir.
11'ê adarê dê li navçeyên Sûr, Dep û Bazîd û Kadîfekaleya Îzmîrê starta Newrozê bê dayîn.
Li Amedê jî Newroz wê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin.
Fînala Newrozê jî dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê be.
Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Ahmet Dogan û Endama Meclisa Şaredariyê Demet Ceylan têkildarî amadekariyên Newroza Amedê re axivîn.
‘Vê Newrozê wekî Newrozên her car nabînin’
Hevserokê DBPa Amedê Ahmet Dogan diyar kir ku ew Newroza 2026'an wekî Newrozên ji rêzê nabînin û hêvî dikin ku ji bo Kurd û Kurdistanê bibe cihê destkeftiyên mezin.
Ahmet Dogan, mîtolojiya Dehaq û Kawayê Hesinkar bi bîr xist û wiha got:
“Em vê Newrozê wekî Newrozên her carî nabînin.
Em bawer in ku di dîrokê de mîtolojiya Dehaq û Kawayê Hesinkar li Rojhilatê li hemberî zaliman pêk hatibû.
Bi vê hêviyê, ez bawer im ku Rojhilata Kurdistanê wê roja 21'ê Adarê agirê Newrozê û azadiyê pê bixe.”
‘Gurzê Kawayê Hesinkar îro paradîgmaya demokratîk e’
Ahmet Dogan, destnîşan kir ku gurzê Kawayê Hesinkar îro veguheriye felsefe û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû:
“Gurzê di destê me de, civaka demokratîk û pergala wê ye.
Ger em li derdora vê felsefeyê bibin yek, em ê bi ser kevin.
Xelasiya hemû kesên ku li hemberî pergalê tên pelçiqandin; jin, ciwan û baweriyên din, di yekîtiya Kurdan û paradîgmaya civaka demokratîk de ye.”
‘Daxwazên xwe bi zimanê Kurdî bînin ziman’
Endama Komîteya Amadekar Demet Ceylan anî ziman ku divê Newroza îsal bibe wesîleya aştiyeke mayînde û wiha bang li hemû pêkhateyan kir:
“Em daxwaz dikin ku di Newroza 2026'an de zarok, jin û ciwan hemû bi cil û bergên kurdî beşdar bibin.
Daxwazên xwe bi zimanê Kurdî bînin ziman; di kolan û sûkan de bi nasname û cilên xwe li qadan bi hev re Newrozê pîroz bikin.
Wê dengê aştiyê û biratiyê ji qadên Newrozê hêj bilindtir be.”