Perez dest bi lêkolînkirina rahênerekî nû kiriye

Real Madrîd, encamên ku dixwestin bi rahênerê nû re jî bi dest nexistin. Lewre tê gotin ku Serokê Real Madrîdê Florentîno Perez, li rahênerekî nû digere.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rahênerê taxima Real Madrîd yê nû Alvaro Arbeloa di destpêka sala 2026'an de dest bi kar kiribû, lê heya niha performansa ku jê dihat hêvîkirin nîşan nedaye. 

 

Ji ber vê yekê di pêşbirka şampiyoniyê de heya niha li du Barcelone ye.

 

Tîm di pêşbirkên din de jî rastî hin paşketinên mezin hat û ev yek zexta alîgir û medyayê li ser rêveberiyê zêde kir da ku biryarê li ser pêşeroja rahênerê ciwan bidin.

 

 

Guman li ser berdewamiya rahênerê Spanî heye

 

 

Di derbarê vê mijarê de, rêveberiya klûbê bi serokatiya Florentino Perez, dest bi lêkolîna çend vebijarkan kiriye da ku ji bo demsala bê rêberekî nû ji tîmê re peyda bikin.

 

Navê rahênerê Alman Jurgen Klopp wekî yek ji namzedên sereke derdikeve pêş, bi taybet piştî çûyîna wî ji Liverpoolê di havîna 2024'an de û navberdana wî ya demkî ji rahêneriyê re.

 

Di lîsteya namzedên potansiyel de rahênerên pir profesyonel (tecrûbir) ên wekî  Massimiliano Allegri yê Îtalî, rêveberê AC Milan û Spanî Unai Emery, rêveberê Aston Villa û hwd. hene.

 

 

Armanca Perez ew e ku Zidane vegere

 

 

Tevî gelek vebijarkan, xewna herî mezin a Perez ew e ku efsaneya klûbê Zidane vegerîne Santiago Bernabeu.

 

Zidane bi Real Madrid re rekordek bêhempa bi dest xistibû. Du serdemên berê rêberiya tîmê dikir û gelek sernav bi dest xisti bû.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye