David Alaba îro xatir ji Real Madridê dixwaze

Real Madridê ragihand ku David Alaba yek ji lîstikvanên wê, dê di dawiya sezona heyî de ji tîmê derkeve, piştî ku di navbera her du aliyan de rêkeftineke fermî çêbû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Real Madridê roja Înê di daxuyaniyeke fermî de wiha got:

"Real Madrid û David Alaba li hev kirin ku di dawiya sezonê de ji tîmê veqete."

Real Madrid teqdîra xwe ji bo lîstikvan diyar dike, ku beşek ji tîme bû û yek ji serdemên herî serketî yên dîroka xwe jiya kir.

Alaba di 5 sezonan de di 131 maçan de forma Real Madridê li xwe kir û 11 şampiyonî qezenc kirin.

Şampiyoniyên ku Alaba qezenc kirine 

Du caran Lîga Şampiyonan

Du caran Kûpaya Cîhanê ya Klûban

Du caran Kûpaya Superê ya Ewropayê

Du caran şampiyoniya Lîga Spanyayê

Carekê Kûpaya Qralê Spanyayê

Du caran Kûpaya Super a Spanyayê

Serokê Real Madridê Florentino Perez jî li gorî daxuyaniyê wiha axivî:

"Alaba evîna hemû alîgirên Real Madridê ji bo fedakarî û xebata xwe, di rêwîtiya me ya ber bi şampiyoniya 14'emîn a Lîga Şampiyonan de, ku sembola pîrozbahiya serketinê bû û niha bûye beşek ji dîroka klûba me, bi xwe re tîne.

Real Madrid wê her tim mala wî be."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Real Madrid di vê qonaxa nû ya jiyana David Alaba û malbata wî de her tiştê çêtirîn dixwaze.

Her wiha îro di maça dawî ya lîgê ya tîma me ya sezonê de li hemberî Athletic Bilbaoyê merasîmeke xatirxwestinê ji bo wî li Stadyuma Santiago Bernabeu dê were lidarxistin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye