Kûpaya Cîhanê: Meksîkayê bi 2-0 Afrîkaya Başûr têk bir

Di maça vekirina Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de, di serkeftina Meksîkayê ya li hemberî Afrîkaya Başûr de, sê lîstikvanan kartên sor wergirtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Meksîkayê ku bi DYA û Kanadayê re mazûvaniya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an dike, roja pêncşemê êvarê li Stadyuma Meksika Ctiy a li bajarê Meksîkayê, Afrîkaya Başûr bi 2-0 têk bir.

Meksîka zêde li bendê nema û di deqeya nehan de bi gola Julian Quiñones zû avantajek bi dest xist.

Di destpêka nîvê duyemîn de, Afrîkaya Başûr derbeyeke mezin xwar, dema ku lîstikvanê wan Yaya Sitole di deqaya 49'an de kerta sor wergirt.

Raul Jimenez di deqeya 67'an de bi serê xwe gola duyemîn a Meksîkayê avêt.

Di maça vekirinê ya Kûpaya Cîhanê de sê kartên sor hatin dayîn

Afrîkaya Başûr nekarî berevaniya xurt a Meksîkayê bişkîne û di deqeya 84'an Themba Zwane kerta sor a duyemîn wergirt û derbeyeke duyemîn xwar.

Di deqeya duyemîn a dema zêdekirî ya nîva duyemîn de, Cesar Montes jî bi kerta sor hate derxistin û Meksîka neçar ma ku maçê bi deh lîstikvanan biqedîne.

Bi vê encamê Meksîka û Afrîkaya Başûr ji bo maça vekirinê ya ku herî zêde kertên sor di dîroka Kûpaya Cîhanê de wergirtin.

Beriy niha herî zêde kertên sor di maça vekirinê ya Kûpaya Cîhanê de di maça Îtalyayê ya sala 1990'î de hatibû danîn ku Kamerûn bi 1-0 qezenc kir, û Andre Kana-Biyik kertên sor hatin nîşandan.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Kanada îşev saet 22:00an dê mazûvaniya Bosna-Hersekê bike.

Maça DYA-Paragûayê wê sibê saet 04:00`ê sibehê bi dema Amedê dest pê bike.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye