Zêdetirîn 5 milyon kes ji ber şer û tundiyê koçber bûne

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî di Rapora xwe ya Arasteya Kûrewî de diyar kir sala borî 5.4 milyon kes ji ber şer, tundî, zilm û binpêkirinên mafên mirovan koçber bûne û ragihand ku rêjeya koçberiya bi zorê li çaraliyê cîhanê sala borî cara yekem kêm bûye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di rapora xwe ya arasteya kûrewî de ragihand ku li gelemperiya cîhanê koçberiya bi darê zorê sala borî yekem car kêm bûye.

Li gorî raporê, sala borî 5.4 milyon kes ji ber şer, tundî, zilm û binpêkirina mafên mirovan neçar mane ji malên xwe derkevin. Berevajî vê, di vegera dilxwaz de zêdebûneke girîng çêbûye.

Bi tevahî 14.7 milyon kes vegeriyan welat an herêmên xwe yên resen.

Ji van, 4.4 milyon penaber û 10.3 milyon kesên navxweyî koçber bûne, ne.

Li gorî raporê hejmara penaberan li çaraliyên cîhanê ji sedî 3 kêm bûye û gihiştiye 41.6 milyonî.

Her wiha nêzî 46 hezar kesên bêwelat li 24 welatên cuda hemwelatîbûn bi dest xistine.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide destpêşxeriyên nû yên ku armanca wan çareserkirina pirsgirêka demdirêj a koçberiyê ye û diyar kir ku koçberî pir caran rêbazek ji bo jiyanê ye, lê heke çareseriyên domdar neyên dîtin, ew dikare bibe şêwazeke jiyanê ya mayînde.

Vegera dilxwazî û çareseriya krîzên penaberan

Di raporê de hat destnîşankirin ku vegera bi dilxwazî ​​rêbaza herî bibandor e di çareserkirina krîzên penaberan de û rê li ber vegera bi milyonan kesan vedike daku bi ewlehî û rumet vegerên malên xwe.

UNHCRê teqez li ser pêwîstiya zêdekirina gihîştina penaberan bo perwerde, lênihêrîna tenduristiyê, xizmetguzariyên darayî û bazarên kar kir û diyar kir ku ev gav dê alîkariya penaberan bikin ku bibin xwedî dewlet û beşdarî aboriya welatên mêvandar bibin.

UNHCR: Divê mekanîzmayên çareseriyên mayînde berfireh bibin

UNHCR bal kişand ser barê zêde yê li ser welatên ku penaberan dihewînin û ji civaka navneteweyî piştgirî û veberhênana darayî ya mezintir xwest.

Rêxistinê her wiha diyar kir ku divê mekanîzmayên çareseriya mayînde yên wekî bernameyên ji nû ve bicihkirinê, yekbûna malbatan, destûrên kar û alîkariyên perwerdehiyê werin berfirehkirin.

Her wiha rêxistinê tekez kir ku penaberî û parastina navneteweyî mafên bingehîn ên mirovan in û di heman demê de hişyarî da ku bi milyonan mirov hîn jî di salên nezelaliyê de ji bo jiyanê têdikoşin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye