Roja darizandina Nicolas Maduro hat diyarkirin

Dîroka darizandina serokê berê yê Venezuelayê Nicolas Maduro li Amerîkayê hat eşkerekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dadwerekî federal ê Amerîkayê ragihand ku darizandina Serokê Venezuelayê yê ji kar dûrxistî Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores bi tawana bazirganiya narkotîkê, dê di 1’ê hezîrana 2027’an de dest pê bike.

Li gorî Reutersê, Maduro ku bi cilên girtîgehê li dadgeheke Manhattanê xuya bû, ligel hevjîna xwe bi tawanên komploya "terorîzma narkotîkê" û bazirganiya kokayînê re rûbirû ye.

Herduyan jî tawan red kirine û heke Maduro were darizandin, dibe ku bi cezayê hetahetayê re rûbirû bimîne.

Dozger dibêjin ku herduyan meqamên xwe yên li jorê hikûmeta Venezuelayê ji bo hêsankirina sewqiyata kokayînê bi kar anîne.

Parêzerên Maduro gotin ku ew ê berî destpêkirina darizandinê, pêşniyarekê ji bo betalkirina dozê pêşkêş bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye