Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê xebatên ji bo vekirina Dergeha Nisêbînê ya di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dewam dikin.
Li paytexta Tirkiyê Enqere, civînek bi navê "Herêmên Bazirganiya Azad û Pîşesaziyê li Sûriyê û Jîngeha Veberhîner" hat lidarxistin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Omer Bolat û serokê Desteya Giştî ya Dergehên Bejayî û Deryayî li Sûriyê Quteyba Bedewî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de, Omer Bolat got ku xebata vekirina deriyê sînorî yê Qamişlo/Nisêbîn bi lez pêş dikeve.
Bolat diyar kir ku bazirganî û tevgera rêwiyan li deriyên sînorî yên di navbera herdu welatan de bênavber berdewam dike.
Wezîrê Tirkî behsa miqdara pevguherandina bazirganiya di navbera herdu welatan de kir û wiha got:
"Qebareya bazirganiyê di navbera Tirkiye û Sûriyê de par gihîşt nêzîkî 3.75 milyar dolarî ku zêdebûnek ji sedî 40 zêdetir nîşan dide.
Herdu welat dixebitin ku vê qebareyê bigihînin 10 milyar dolarî."
Quteyba Bedewî: Destpêka sala 2027'an dê deriyê Qamişlo û Nisêbînê vebe
Serokê Desthilata Giştî ya Sûriyê ya Deriyên Sînorî û Gumrukê Quteybe Bedewî di civînê de wiha axivî:
"Me bi Tirkiyê re li hev kiriye ku deriyê sînorî yê nû yê Qamişlo-Nisêbînê di destpêka sala 2027’an de vebe.
Armanca vê gavê geşkirina çalakiyên bazirganî û hêsankirina çûnûhatina rêwiyan û veguhastina kelûpelan di navbera herdu welatan de ye."