Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Damezirînerê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek bi par ve kir û ragihand ku bi boneya Cejna Qurbanê wî bi Damezirînerê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîye.
Omer Ocalan di peyama xwe de got, "Birêz Abdullah Ocalan bi boneya cejnê, silavên xwe ji gelê me re şandin û got:
'Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne, ez cejna gelê me pîroz dikim'."
Pervîn Bûldan: Em ê pêşnûmeya qanûnê pêşî pêşkêşî birêz Ocalan bikin
Ji aliyekî din ve, endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûladan li ser hevdîtina ku şandeya Îmraliyê di 24'ê Gulanê de bi Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê pêk anîye axivî û ev tişt gotin:
“Tenduristî û moralê birêz Ocalan gelekî baş bûn.
Hevdîtin 3 saetan berdewam kir, piranî li ser çarçoveya qanûna ku dê di meclisê de derkeve bû.
Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo ku ev qanûn derkeve, di nav hewldaneke pir mezin de ye.
Baweriya wî bi vê pêvajoyê heye.
Ev qanûn dê ji 7 - 8 madeyan pêk were û heta demekê dê derbasdar be.”
Li gorî ku Pervîn Bûldan dibêje Abdulah Ocalan diyar kiriye ku dîtina wî ya li ser vê pêşnûmayê girîng e, dema ku ev pêşnûme derket pêwîst e ku alî li ser wê li hev bikin.
Li gorî vê qanûnê:
Endamên rêxistinê dê ji vê qanûnê sûdê werbigirin û ger bixwazin werin Tirkiyê yan jî li welatekî din bimînin.”
“Piştî cejnê, ji bo ku ev qanûn derkeve, em ê di nav hewldanan de bin.
Ji bo beriya ku meclis were girtin û ev qanûn bên amadekirin, em ê bi aliyên têkildar re hevdîtinên xwe bidomînin.
Ji ber ku ev qanûn divê demildest bê derxistin.
Em di pêvajoyekê de ne ku xetereyên mezin di nav xwe de dihewîne.
Pervîn Buldan diyar kir ku divê qet dem neyê derbaskirin û pêşnûmeya qanûnan were derxistin.
“Divê pêşnûmeya qanûnê amade bibe û em wê pêşkêşî Birêz Ocalan bikin.
Piştî ku ev qanûn derkeve, bêguman di warê demokratîkbûnê de jî divê gav bên avêtin.
Çavê gelê me li van qanûnan e.”
Meclisa Tirkiyê dê di 1ê Tîrmehê de bikeve betlaneya havînê, gelo ev gavên ku behsa wan tê kirin, dê heta wê demê bên avêtin an na?