Temel: Em hêvî dikin di tîrmehê de qanûna çarçoveyê were meclisê

Cîgirê hevserokê DEM Partiyê Tayip Temel di hevpeyvînekê de axivî û got, ew hêvî dikin qanûna çarçoveyê di meha tîrmehê de were parlamentoyê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê Tayip Temel di  hevpeyvînekê de axivî û diyar kir ku divê zimanekî berfireh û aqilê hevpar bingeha 'qanûna çarçoveyê' be û got:

"Divê ev qanûn bêyî danûstandin û bêyî ku hestyariyên aliyan werin berçavgirtin, neyê lidarxistin”.

Qanûna Çarçoveyê ji bo entegrasyona demokratîk girîngiyeke dîrokî ye

Tayip Temel di axaftina xwe de anî ziman ku ew daxuyaniyên Birêz Erdogan di civîna dawî ya koma parlemenî de girîng dibînin.

Girîngiyeke dîrokî heye ku "qanûna çarçoveyê" berî betlaneya havînê li parlamentoyê were pejirandin û wiha got:

"Qanûna çarçoveyê" divê bibe amûra gihîştina lûtkeyê li ser bingeheke saxlem.

Niha, ji bo ku ev hemû hewldan gaveke din biavêjin û zemînê ji bo entegrasyona demokratîk amade bikin, 'qanûna çarçoveyê' qonaxeke krîtîk temsîl dike.

Berpirsyariya derbasbûna vê qonaxa krîtîk li ser milê hikûmet û parlamentoyê ye."

 

Divê qanûn wekî peymaneke defakto bêyî muzakereyê neyê derxistin

 

Temel di berdewamiya axaftina xwe de bal kiaşnd li ser dualî girtina dest ya qanunan.

“Divê bi zelalî were gotin ku ev qanûn, bêyî muzakere, bêyî ku hestyariyên aliyan berçav werin girtin, weke peymaneke defakto neyê derxistin. Ger ev bibe, dê muzakere ziyanê bibîne. Ji ber ku ev pirsgirêk ev 100 sal in ji bo vî welatî birîneke vekirî ye."

 

Cîgirê Hevserokê DEM Partî di axaftina xwe de anî ziman ku tu agahîya wan li ser vê qanûnê tune ye, û tu pêşnûme wernegirtine, lê hin nûçeyên derbarê qanûnê de derketine holê ji bo wê jî wiha nirxandin kir: 

"Em hêvî dikin ku ev nûçe ne rast bin. Ger rast bin, ew ê qanûneke dûrî pêkanîna hêviyan be. Dema ku em li ser aştiyê gotûbêj dikin, em nikarin bi “radestbûn, poşmanî, cudahiyên kategorîk, sûcdar-bi sûcê, terorîzmê" pêşve biçin.

Ev ziman zimanê sedsala borî ye û bêtir nakokî aniye, ew ziman aştiyê nayîne.

Ev qanûn dê bêtir bibe kilîdek ji bo rêziknameyên bingehîn ku armanc dikin xaleke werçerxê ya dîrokî, veguhastinek ji bingeha şerê çekdarî ber bi çarçoveyeke siyasî û qanûnî ve be."

Rol û erka serokê damezirîner yê PKK'ê

Cîgirê Hevserokê DEM Partî Tayip Temel di berdewamiya axaftina xwe de got:

"Helwesta Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de pir zelal û biryardar e.

Ji bilî Birêz Ocalan kesekî din nedikarî banga bêçekkirinê bike.

Pêdivî heye ku şert û mercên jiyan û xebata azad ji bo Birêz Ocalan werin avakirin ku karibe vê pêvajoyê bi rê ve bibe û bi aliyan re têkiliyê deyîne”. Birêz Ocalan yek ji avakerên vê pêvajoyê ye û divê li derveyî wê nemîne."

"Em dixwazin pêvajoyê bi serkeftî bi dawî bikin"

Tayip Temel di daviya axaftina xwede ew tişt anina ziman:

"Gel pir baş dizane ku çi pêwîst dike. Pêdivî zelal in ew jî derxistina 'qanûneke çarçoveyê', vekirina rêyê ji bo entegrasyona demokratîk, perwerdeya bi zimanê dayikê, demokrasiya herêmî, rêzgirtina vîna hilbijartiyan."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye