Şehîdên Sêdarê: Şêx Seîd û hevalên wî

Îro salvegera 101. a bidarvekirina Şêx Seîd û 49 hevalên wî ye. Ew û hevalên xwe yên ku çûn sêdarê, li dijî zilm, zordarî û hovîtiyan, ji bo parastina hemû nirxên xwe yên neteweyî têkoşiyan û wan bi xwîna xwe ala azadiyê xemiland.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî, di sala 1865’an de li Qollhêsara Xinûsa Erziromê ya Bakurê Kurdistanê hat dinyayê. Ew lawê Şêx Mehmûd Fewzî û Dayika Gulê ye. Malbata wî jî weke wî ti carî ji zilmê re serî netewandiye.  Di 13’ê sibata 1925'an de, li dijî hemû zordestî û xiyanetan, Şêx Seîd serhildanek da destpêkirin.  Bi vîneke xurt bi biryardarî dibêje:

‘‘Ez bi tena serê xwe jî bimînim, ez ê venegerim.’’

Ew serokê Serhildana 1925’an e.  Ew weke malbateke Seyid tên naskirin. Wî perwerdeya xwe li dibistanên herêmî (weke Mûş û Melezgîrtê) wergirtibû û piştî mirina bavê wî (Şêx Mehmûd Fewzî) postnişîniya terîqetê digire. Ne tenê di warê olî de, di warê felsefe, mentiq, astronomî û bîrkariyê de jî xwe perwerde dike.

Di salên 1900’î de, têkiliyên xwe bi rêxistinên Kurdî re xurt dike û piştî damezirandina Komara Tirkiyê mafê Kurdan hat înkarkirin, nerazîbûna xwe nîşan dide û dest bi serhildanê dike.

Serhildana Şêx Seîd

Di 13'ê sibata 1925'an de, li Pîranê serhildanê dest pê kir.  Ev serhildan hem olî bû û hem jî ji bo mafên Kurdan û li dijî polîtîkayên pişaftinê bû. Bi hezaran şervanên rêxistina azadiyê beşdar bûn, gelek bajar û navçeyên weke Amed, Erzingan, Çewlîg û Xarpêt  hatin dorpêçkirin. Lê belê serhildan bi awayekî leşkerî hat tepisandin. Şêx Seîd di nîsana 1925’an de, nêzîkî Gimgimê bi xiyaneta hin kesan hat girtin. Dadgeha Îstiqlalê ya Amedê Şêx Seîd û gelek hevalên wî darizandin.

Di 28’ê hezîrana 1925’an de, ew û 47 hevalên wî hatin darizandin bi bidarvekirinê.

Şêx Seîd: Em ne poşman in ku rihê xwe ji bo welat feda dikin

Şêx Seîd Pîranî dema ku ji hucreyê ber bi meydana bidarvekirinê ve dihat şandin, li ber deriyê hucreyê xatir ji hevalên xwe yên serhilder xwest û ev gotar da:

"Birano, bila hûn bizanin ku hûn îro li hemberî gel û Xwedê pîroz û mezin in! Bi mirina me gelê me namire, lê ew ê bigihîje jiyana azad madem ku zilamên leheng wekî we di nav de hene. Jêdera hêza me hûn in. Hûn werîsên vê qonaxê ne û em ne poşman in ku em ruhê xwe ji bo we û welat feda bikin. Bawer bikin hûn bibext in û hêviya me ew e ku hûn ji me razî bin."

Ji aliyekî din ve, hin aliyên weke Hûda Par vê serhildana Şêx Seîd tenê weke serhildaneke olî digirin dest. Lê rojnameyên Zaman û Akîs ên Tirkî hin îfadeyên Şêx Seîd, dema ku tê darizandin, weşandin. Dadger ji Şêx Seîd dipirse gelo ew rijandina xwîna misilmanan helal dibîne? Şêx Seîd wiha bersivê dide?

"Hûn mafên me di aliyê siyasî de nas nakin. Hûn çima olê weke mertal bi kar tînin? Kurd mafên xwe yên siyasî û mirovî dixwazin. Hûn jî ferman û komkujiyan li dijî wan pêk tînin. Em ji bo parastina xwe şer dikin. Hûn weke dagîrker şer dikin. Li ser pirsa we ya "li gorî olê gelo rast e yan ne rast e?" Mesele di aliyê olî de nayê pîvan û ji bo vê pirs ne rast e?

Şêx Seîd: Xwîna me dê ala azadiyê bixemilîne

Li hember van besivan, dadgerê Tirk aciz dibe û dibêje:

‘‘Eger hûn bi serxwebûna Kurd û Kurdistanê difikirîn, bizanin hûn ê wê li ser stûnên bidarvekirnê bibînin.’’

Peyama dawî ya şêx Seîd ev e:

"Eger hûn niha me îdam bikin û me bikujin, divê hûn bizanin hûn nikarin gelekî îdam bikin û rê li ber doza wî bigirin. Xwîna me dê ala azadiyê bixemilîne. Bijî Kurdên leheng. Bijî Kurd, bijî Kurdistan. Li her derê şehîdên azadiyê nemir in."

Dewleta Tirkî ditirse ji vî rihî û vê mîrata ku Şêx Sehîd ji neviyên xwe re hiştiye, lewre heta niha jî cihê gora wî destnîşan nakin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye