Piştî erkdarkirina Kemal Kiliçdaroğlu ji aliyê dadgehê ve wekî Serokê Giştî yê CHPê, guhertinên girîng li malpera fermî ya partiyê hatin kirin.
Agahiyên der barê endamên Meclisa Partiyê (PM) û Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de ji malpera CHPê hatin rakirin.
Ji aliyekî din ve, hate dîtin ku tabelayên navan ên li deriyên ofîsên cîgirên serokên di avahiya navendî de jî hatine rakirin.
24 xebatkarên navenda giştî ya CHP'ê ji kar hatin derxistin.
Îdîayên li ser pêvajoya disiplînê
Tê gotin ku Kemal Kiliçdaroglu bi Ofîsa Serokê Parlamentoyê re di têkiliyê de ye, da ku Serokê CHPê Ozgur Ozel nebe serokê koma parlamentoyê.
Ji aliyekî din ve, hate gotin ku bi hatina Kiliçdaroglu ve wê di nav partiyê de pêvajoyeke disiplînê were destpêkirin
Li Îzmîrê li dijî şaredariya CHP'ê operasyon
Ji aliyekî din ve, li dijî şaredariya CHP'ê ya li Îzmîrê jî operasyon hat lidarxistin.
Di operasyona ku ji aliyê ekîbên cendirmeyan ve hat birêvebirin de, şaredar Mustafa Gunay û rêveberê plansaziya bajêr ê şaredariyê jî di nav de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku kesên ku hatine binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Îzmîrê.
Hat hînbûn ku di nav kesên ku hatine binçavkirin de, Şaredarê berê yê Guzelbahçeyê Mustafa Înce jî heye.
Polîsan êrîşî mîtînga Chp'ê kir
Mîtînga ku Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dê li Îzmîrê li dar xistiba, polîsan êrîşî girseya ku li Qada Cumhuriyetê kom bûbû kir.
Li ser vê yekê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel bi welatiyan re, ber bi Meydana Gundogdu ve meşiyan.
Ozgur Ozel: Ev gel dê destê ku dirêjî vîna wî dibe jê bike
Ozel li xaçerêya ber bi Meydana Gundogdu ya li ser Bulvara Cumhuriyetê ve, ji otobûsekê bi welatiyan re axivî û wiha got:
Ez te diceribînim, ey Erdogan, em ê bi ser bikevin, milet dê bi ser bikeve.
Ez ji wan kesên ku dewletê li dijî milet dikin re dibêjim:
Ev milet ji dewleta xwe hez dike, erkên xwe bi pêk tîne, diçe artêşê, kurên xwe dişîne û dema şehîdek tê dibêje 'Bila welat sax be.
Lê ev gel dê destê ku dirêjiyê li sindoqa dengdanê dike jê bike û biavêje."
Calakiya CHPê bi dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû.