Pasdarên dewleta Îranê 2 birayên Kurd kuştin

2 birayên Kurd, li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pasdarên dewleta Îranê duh di ser gundekî navçeya Dalaho ya Kirmaşanê de girtin û du ciwanên Kurd ên bi navên Meysem Weysî û Mucteba Weysî kuştin.

Şahidên bûyerê ragihandin ku hêzên rejîmê beyî hişyarî bidin, êrîşî malê kirine û rasterast gule li her du ciwanan barandine.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Meysem Weysî û Mucteba Weysî piştî ku tevlî serhildanên çileya 2026'an bibûn, ji ber zextan û gefa girtinê ji neçarî jiyaneke veşartî didomandin.

Piştî bi mehan, cihê wan ji aliyê hêzên ewlekariyê û îstîxbaratê yên rejîmê ve hate naskirin.

Meysem û Mucteba Weysî, li parêzgeha Kirmaşanê wekî çalakvanên çandî yên naskirî dihatin naskirin. 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye