Li Enqere û Amedê şewata Dîlovasiyê hat şermezarkirin

Li Enqerê û Amedê Xwendekar û rêxistinên ciwanan ên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) û Platforma Ked û Demokrasiyê bi çalakiyên cuda şewata Dîlovasiya Kocaeliyê şermezar kirin. Di çalakiya Enqerê de hate gotin ku "Ev teqîn ne qeza ye, qetlîam e. Dê ciwan ji kujeran hesap bipirsin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê di 8'ê Mijdarê de li kargehekî ya Kozmetik a parfumê de teqînek çêbûbû. Di encamê de 2 jê zarok 6 karker jiyana xwe dest dabûn.

Li Enqereyê ji bo şermezarkirina şewata Dîlovasiyê û girtina 4 ciwanan, Xwendekar û rêxistinên ciwanan ên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU)  xwestin meşek li dar bixin, lê meş ji aliyê polisan ve hate astengkirin.

Piştî astengkirinê, daxuyaniyek hate dayîn.

Ciwan û xwendekarên zaningehê di daxuyaniyê de gotin:

 " Em ê li dijî dagirkirin, binçavkirin, girtin û kûştina karkeran tekoşîna xwe bidomînin."

 Di daxuyaniyê de, diwan gelek caran dirûşmeya "Ciwan dê ji kujeran hesab bipirsin" berz kirin.

 

"Ji serî heya binî rayedar sûcdar in"

 

Her wiha li Amedê jî bi heman armancê Platforma Ked û Demokrasiyê  têkildarî şewata Dîlovasiyê daxuyanîyek da.

 Di çalakiyê de li ser navê TJA'yê Hulya Alokmen axivî.

Hulya Alokmen destnîşan kir ku  ev ne kuştinekî ji rezê ye. Ji serî hate binî rayedar sûcdar in. Ew ê vê bûyerê

bişopînin.

 

“Ev ne qeza ye, qetlîam e”

 

Piştre li ser navê çalakvanan Hevberdevka Platformê Guneş Ozel daxuyanî xwend.

Guneş Ozel  di daxuyaniyê  wiha got:

“Gelek caran giliyê kargeha parfumê hatibû kirin lê saziyên dewletê  di derbarê kargehê de tu biryar ne dan.

Di wê depoyê de zarok dihatin xebitandin. Ev ne qeza ye, qetlîam e.”

Rêxistinên hiqûqî derbarê karkerên ku di şewata li kargehekê ya li Dîlovasiyê de jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek dan û gotin:

"Em ê li hember komkujiyên karkeran bêdeng nemînin, em ê li kêleka kesên ku daxwaza edaletê bilind dikin bisekinin."

Li navçeya Dîlovasiyê ya Kocaeliyê di 8'ê Mijdarê de di encama şewata febrîqeya kozmetîkê de 6 karkeran jiyana xwe ji dest da.

Rêxistinên hiqûqî yên li Îzmîrê ji bo şeş karkerên ku di şewata li kargehê jiyana xwe ji dest dane, li ber Deriyê C yê Dadgeha Îzmîrê daxuyaniyek li dar xistin.

Parêzer Hatîce Aslan Atabay di çalakiyê de axivî û diyar kir ku agirê ku li kargeha bêdestûr derket ne qezayek li cihê kar bû, lê komkujiyek karker bû.

"Ewlehiya karkeran tune ye"

Hatîce Aslan diyar kir ku jiyana sê jin û sê zarokan ji ber vê yekê girantir bû û got:

"Sedema bingehîn a komkujiyê eşkere ye. Pergalek xebatê ku qezencên bilind li ser jiyana mirovan dide pêş, ewlehiya karkeran tune ye û çavdêriya bi bandor û têrker tune ye.

Careke din, jiyana karkeran ji bo çavbirçîtiya bêdawî ya sermayeyê ji bo qezencê hatiye qurbankirin.

Tevahiya civakê ji ber vê komkujiya tirsnak xemgîn û hêrs bû  û xwepêşandanên cûrbecûr hatin lidarxistin.

Lêbelê, xwepêşanderên ku li Kadikoyê ji bo daxwaza edaletê kom bûn hatin binçavkirin û çar ji wan hatin girtin.

Ev girtin nîşaneya cudakariya çînî û siyaseta bêcezatiyê li welatê me ne."

"Divê kesên berpirsiyar werin cezakirin"

Hatice Aslan Atabay diyar kir divê hemû welatiyên ku ji ber protestokirina komkujiya karkerên Dîlovasî hatine girtin tavilê û bê şert û merc werin berdan û wiha lê zêde kir:

"Divê hemû kesên ku ji ber destûrdayîna xebitandina tesîsên bêlîsans, nekirina erkên xwe yên çavdêriyê û çavên xwe ji keda zarokan girtine berpirsiyar bin, ji bo vê komkujiyê bi tundtirîn cezayê werin cezakirin û divê darizandinek adil were kirin."

Parêzer Hatîce Aslan Atabay di dawiya axaftina xwe de jî got:

"Em ê li hember komkujiyên karkeran bêdeng nemînin û em ê li kêleka kesên ku edaletê dixwazin bisekinin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye