El-Şera di deriyê paşîn re derbasî Qesra Spî bû

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El-Şera di deriyê paşîn re derbasî Qesra Spî bû û bi Donald Trump re civiya. Piştî civînê Trump kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez piştrast im ku El-Şera dê karibe erkên xwe bi cih bîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Raporên ragihandinê eşkere kirin ku serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehemed El Şera di serdana xwe ya ji bo Washingtonê de, ji deriyê paşîn derbasî Qesra Spî bûye.

Derbasbûna di wî derî re, li gorî protokolên Amerîkayê, ne fermî ye û dûrî kamareyên ragihandinê ye.

Li gorî urfên dîplomatîk û protokola Amerîkayê, ketina mêvanan ji vî deriyî wekî, nîşaneya serdaneke ku ji hêla raya giştî ve nayê pêşwazîkirin, tê hesibandin.

Pir caran jî di çarçoveya nepeniya siyasî yan jî  hişyariyê de, dan û standin pê re tê kirin.

Ew serdan berevajî yên fermî ne ku serok ji deriyê bakur ê fermî, ku ji bo merasîm û ragihandinê hatiye destnîşankirin, tên pêşwazîkirin.

 

Trump: Ez piştrast im El-Şera dê erkê xwe bi cih bîne

 

Piştî civînê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew piştraste El-Şera dê karibe erkên xwe bi cih bîne.

Trump di civîneke çapemeniyê ya li Qesra Spî de got : "Em bi Îsraîlê re dixebitin da ku têkiliyên xwe bi Sûriyê re baştir bikin ."

Trump paşê li ser Truth Social nivîsand: "Aramî û serkeftina Sûriyeyê ji bo hemû welatên herêmê pir girîng e. Min bi Serok El-Şera re li ser hemû aliyên aştiyê li Rojhilata Navîn nîqaş kir û ew ji piştgirên herî xurt ên wê ye. Ez bi heyecan li benda hevdîtin û axaftina dîsa bi Serokê Sûriyeyê re me."

 

Wezareta gencîneyê ya Amerîkî cezayên Caesar ji ser Sûriyeyê radike

 

Hemwextî vê civînê, wezareta gencîneyê ya Amerîkayê duh duşemê cezayên Caesar(Sezar) ji ser Sûriyeyê rakirin.

Wezareta derve ya Amerîkayê jî ragihand ku rakirina cezayên Caesar ji ser Sûriyeyê dê bo maweya 180 rojan beşî be û diyar kir ku ev yek nîşan dide em pabendî kêmkirina cezayên li ser Sûriyeyê ne.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "li gorî vê biryarê dê sizayên Caesar werin rawestandin ji bilî hin dan û standinên taybet bi hikumetên Rûsya û Îranê re yan jî veguhestina kelûpelên teknelojîk an dirav an jî xizmetên ku ji Rûsya û Îranê tên."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye