Ehmed Şera beşdarî civînên G7'ê yên li Fransayê dibe

Hat ragihandin ku di meha Hezîranê de li Fransayê, serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera dê beşdarî lûtkeya G7 bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Ruetersê, Sûriye yekemîn car di dîroka xwe de, dê wekî mêvan, beşdarî civînên G7 bibe.

Reutrersê ya ku xwe disipêre çavkaniyekê eşkere kir ku, vexwendnameya beşdariya Ehmed Şera, dest bi dest ji aliyê Wezîrê Darayî Sûriyê Mihemed Berniyeh ve hatiye radestkirin.

Berniyeh di nava vê hefteyê de li Fransayê, beşdarî dan û standinên darayî yên koma G7 bûbû.

Civîna G7 dê ji 15-17 Hezîranê li Évian-les-Bains a li başûrê rojhilatê Fransayê were lidarxistin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku beşdariya Sûriyê di van dan û standinan de, nîşaneya wê yekê ye, ku dê rola weke navendeke stratejîk a gengaz ji bo veguhastina enerjiyê piştî girtina Tengava Hurmizê bidin Sûriyê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye