Fîdan: Artêşa Îsraîlê bi awayekî ne qanûnî çalakvanên me girtine

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan daxuyaniyek da û ragihand ku çalakvanên Fîloya Cîhanî yên ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatibûn girtin, îro tên Stenbolê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fîloya Sumud a Cîhanî ya ku bi piştgiriya xwe bo Xezeyê re tê nasîn, herî dawî hewil da ku alîkariyê bigihîne Xezeyê.

Lê ji aliyê Îsraîlê ve, kesên ku di vê Fîloyê de cih digirtin hatin binçavkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ragihand ku Tirkiye dê pêşwaziya çalakvanên ku ji welatên sêyemîn bike.

Her wiha dê îro ev Fîlo derdora saet di 6'ê êvarê de bigihêje Stenbolê.

Hakan Fîdan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî anîna welatiyên Tirkiyê û beşdarên ji welatên sêyemîn ên di Fîloya Sumud a Cîhanî de, daxuyaniyek da û wiha axivî:

"Bi firînên taybet re yên ku em ê îro organîze bikin, em plan dikin ku hemwelatî û beşdarên xwe yên ji welatên sêyemîn bînin Tirkiyê.

Em ê parastina mafên welatiyên xwe berdewam bikin.

Her wiha berpirsyariya xwe ya mirovî li hemberî sivîlên li Xezayê bi pêk bînin.

Em ê bi dilsozî piştgiriya xwe ya ji bo gelê Filistînê bidomînin."

Hêjayê bi bîr xistnê ye, ku mîsyona biharê ya Fîloya Cîhanî 2026, di 18'ê Gulanê de rastî destwerdaneke neqanûnî ji hêla artêşa Îsraîlê ve hat.

Îsraîl jî diyar dike ku ev çalakî ji aliyê Tirkiyê ve tên organîzekirin û gavên Fîloya Sumud a Cîhanî weke neqanûnî pênase dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye