Piştî ku tîma Îngilîzî di sala 1982'yan de şampiyoniya dîrokî ya Lîga Şampiyonan bi dest xist, bendewariya parzemînî ya 44 salan bi dawî kir.
Lîstikvanê Belçîkayê Tielemans berî ku nîvê yekem biqede di deqeya 41'emîn de gola Aston Vîllayê anî.
Paşê, Emiliano Buendia di dema rawestandinê de, di deqaya 47'emîn de gola duyemîn lê zêde kir.
Her wiha Morgan Rogers di nîvê duyemîn de, di deqeya 57'êmîn de gola tîmê xwe ya sêyemîn anî.
Bi vê encamê tîma Aston Villayê bi 3-0 bi ser ket.
Emery pêncemîn şampiyoniya xwe ya Lîga Ewropayê bi dest xist
Maçek bi performanseke bêhempa ji hêla Rahênerê Spanî Unai Emery ve hate nîşandan.
Piştî serketinên berê yên bi Sevilla û Villarreal re, Emery di Jiyana xwe ya Rahêneriyê de pêncemîn Şampiyoniya xwe ya Lîga Ewropayê bi dest xist.
Her wiha careke din di dîroka turnuvayê de cîhekî girîng girt.
Bi vê serkeftinê ne tenê Aston Villa ji bo sezona bê rasterast derbasî Lîga Şampiyonan dibe.
Lê di heman demê de, di rêjeya kulubên Îngilîzî yên turnuvaya parzemînî de cîhekî girîn zêde kir.
Aston Villa, di rêwîtiya xwe ya şampiyoniyê de, tîmên Lille, Bologna û Nottingham Forestê bi bin xistin û Lîga Ewropayê bi fînaleke serkeftî bi dawî kir.