Piştî ku şampiyonê cîhanê yê Ûkraynayî Oleksandr Usyk dev ji hemû unwanên xwe yên sîkleta giran berda, WBC’yê ev unwan da Egît Kabayel.
Egîd Kabayel, di dîrokê de bû yekemîn boksorê Kurd ê ku vî unwanî werdigire.
Her wiha Kabayel piştî efsaneyê boksê Max Schmelingê ku sala 1932’yan bû yekemîn welatiyê Almanyayê ku vî navî bi dest dixe.
Boksorê 34 salî herî dawî 11’ê Kanûna îsal li Oberhausenê li hemberî boksorê Polonyayî Damian Knyba kembera xwe bi serkeftî parastibû û unwanê “şampiyoniya demkî” ya WBC’yê di destê xwe de girtibû.
Bi biryara konseyê, Kabayel êdî bû Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran.