Amedsporê Boluspor 6-1 têk bir

Amedsporê di rêya şampiyoniyê de serkeftineke girîng bi dest xist. Amedsporê li mala xwe Boluspor 6-1 têk bir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amedspor a ku ji bo şampiyoniyê têdikoşe, serkeftineke girîng bi dest xist. Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Boluspor di hefteya 33yemîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev.

Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê ku li stadê cihê xwe girtin, beriya maç dest pê bike dirûşme berz kirin û li ber stranan govend gerandin. Amedspor bi pankarta hişyariya avê ya “Av tune be pêşeroj tenê îhtîmaleke” derket maçê.

Amedsporê ku bi lez dest bi maçê kir di deqeya 6an de bi gola Mehmet Yeşîl 1-0 ket pêşiya Bolusporê.

Amedspor a ku bandora xwe zêde kir gelek pozîsyon dîtin. Alîgiran di maçê de bêrawestan dirûşme berz kirin.

Dema di maçê de deqe bû 21, alîgiran ronahiya telefonên xwe vêxistin û strana “Dîren Ha Diyarbekir” gotin. Di deqeya 31an de lîstikvanê Bolusporê yê bi navê Dean Lîco di encama faûla kir de kert sor girt û ji lîstikê hate derxistin.

Piştre di encama lîstika bi bandor de Amedsporê di deqeya 38an de bi gola Mbaye Diagne skor kir 2-0. Piştre tenê piştî sê deqeyan di deqeya 41ê de Celal Hanalp gol avêt û skor kir 3-0. Beşa maçê ya ewil bi vê skorê bi dawî bû.

Amedsporê bi lîstekeke xweş û lez dest bi beşa duyemîn a maçê kir. Bi destpêka beşa ewil Cem Ustundag û Afena Gyan Felix derketin û li şûna wan Dia Saba û Adama Traore ketin lîstikê.

Di beşa duyemîn de di pozîsyoneke ku Boluyê dît top ji stûna kaleyê zivirî. Piştre di deqeya 56an de dîsa Mbaye Diagne gol avêt. Amedspor piştî golê, lîstika xwe ya bi bandor domand û pozîsyon ser pozîsyonê dît.

Piştre Mbaye Diagne û Sînan Kûrt ji lîstikê hatin derxistin û li şûna wan Tarkan Setbest û Çekdar Orhan ketin maçê.

Piştre di deqeya 67an de Daniel Moreno gol avêt û skor bû 5-0. Piştre di deqeya 71an de Dia Saba gol avêt skor bû 6-0. Alîgirên Amedsporê bênavber dirûşme berz kirin. Alîgiran di maçê de dirûşmeyên “Kesk Sor Her Bijî Amed”, “Kîne em, Kurd in em” û “Vaye alîgir vaye şampiyon” berz kirin.

Piştre Daniel Moreno ji maçê hate derxistin û li şûna wî Zdravko Dimiteov kete maçê. Amedsporê gelek pozîsyon dîtin, lê nekarî goleke din biavêje. Piştre Bolusporê di deqeya 90î de bi gola lîstikvanê xwe yê bi navê Arda Usluoglo gol avêt û skor bû 6-1. Maç bi vê skorê qediya.

Amedspor a ku bi 70î pûanan di rêza duyemîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de ye dê di 9ê Nîsanê de bi Eroksporê re bilîze ê ku di rêza sêyemîn de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye