Serkeftina Amedsporê bû rojeva siyasetmedaran jî.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî serketina Amedspor pîroz kir û wiha got:
"Em ji dil hemû lîstikvan, xebatkar û hezkiriyên Amedsporê pîroz dikin ku bi ser ketin û gihîaştin Lîga Superê.
Serkeftina we dilê hemû Kurdan geş kir.
Malî ava, her serkeftî bin."
Leyla Zana: Her bijî Ameda rengîn bijî Amedspor
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî bi peyamekê serketina Amedsporê pîroz kir û got:
"Amed berxwedan e, her bijî Ameda rengîn, bijî Amedspor".
Bi heman armancê hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tulay Hatîmogullariyê jî peyamek weşand û tê de ev tişt got:
"Ez Amedsporê bi dil û can pîroz dikim.
Îro Amedsporê ne tenê bajarê Amedê, di heman demê de her kesê ku qîmetê dide ked, bawerî û hevgirtinê kêfxweş kirin.
Mala wan ava be.
Bila ev serkeftin destpêka rêwîtiyeke hîn mezintir be."
Bafil Talebanî: Ji dil pîrozbahiyê li endam û desteya rahêner a Amedsporê dikim
Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî jî peyamek belav kir û tê de wiha nivîsî:
"Ji dil pîrozbahiyê li endam û desteya rahêner a Amedsporê dikim.
Gihaştina Lîga Super a Tirkiyeyê hewl û keda we ya çend salan in.
Ev ji bo me hemûyan bûye cihê kêfxweşiyê.
Tuncer Bakirhan: Ez Amedsporê ji dil pîroz dikim
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bi peyamekê Amedspor pîroz kir û got:
"Ez Amedsporê ji dil pîroz dikim. Ev serkeftina dîrokî encama piştgiriya mezin a gelê me ye.
Hezar carî malî ava."
Her wiha Tîma Zaxoyê jî peyameke pîrozbahiyê ji bo Amedsporê belav kir.
“Em wekî tîma Zaxoyê ji dil û can pîrozbahiyê li Amedsporê dikin"
Tîma Zaxoyê got:
“Em wekî Tîma Zaxoyê, ji dil û can serketina tîma Kurdan Amedsporê pîroz dikin.
Ev ji bo Kurdan û alîgirên Amedsporê destkeftiyeke dîrokî ye.
Em bi vê serkeftina we ya mezin gelekî dilxweş in û em ê her tim piştgiriyê bidin Amedsporê.
Pîroz be dilê Kurdan Amedspor.”