Amedspor tîma Sivassporê bi encama 4-2 têk bir

Amedsporê li mala xwe Sivasspor 4-2 têk bir û yekem serkeftina xwe ya vê sezonê bi dest xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Ji ber cezayên Federasyona Footbalê ya Tirkiyê alîgirên Amedspor li stadyomê amade nebûn.

 

Amedspor bi hêz daket û di xuleka 32'yan de, lîstikvanê wê Dia Saba gola destpêkê anî û nîva yekem bi encama 1-0 bi dawî bû.

 

Amedspor serweriya xwe di nîva duyem de berdewam kir û di xuleka 46an, gola duyem bi riya Dia Saba anî.

 

Dia Saba di xuleka 61ê de, hattrick kir û encam bû 3-0.

 

Di xuleka 71ê de, lîstikvanê  Bekir Turaç Bokebi, gola Sivassporê ya yekem bi riya penaltiyê anî û encam bû 3-1.

 

Amedspor paş de neçû û di xuleka 85an de, gola çaremîn bi riya Daniel Moreno anî.

Di xulekên maçê yên dawî de, Luan Campos gola Sivassporê ya duyem anî û maç bi encama 4-2 bi dawî bû.

 

Amedspor bi vê encamê puanên xwe derxistin 4an û derket rêza 9an.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24