Amedspor bi 1-1 li hemberî Sakaryasporê wekhev ma

Taximê Amedsporê piştî ku li hemberî taximê Sakaryasporê bi encama 1-1 wekhev ma, peymana xwe ya bi rahêner Sînan Kaloglû re bi dawî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di çarçoveya Lîga 1’emîn a Trendyolê de, duh Amedsporê mêvandariya Sakaryasporê kir.

 

Maç, ji hêla herdu taximan ve bi awayekî profesyonel hate lîstin, lê di encamê de maç bi encama  1-1 bi dawî bû.

 

Bi vê encamê Amedspor 2 puan winda kirin û bi 50 puanan di rêza sêyem de cihê xwe digre.

 

Piştî maçê rêveberiya Amedsporê civiya û ragihand ku peymana xwe ya bi rahêner Sînan Kaloglû û ekîba wî re bi dawî kiriye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye