Xwepêşandanên Îranê di roja xwe ya 51'emîn de didomin

Xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê derbasî roja xwe ya 51'emîn bûn. Duh hin malbat di merasîma 40 rojiya mexdûrên xwe de, hezkiriyên xwe bi rêzdarî bi bîr anîn. Polîsên Munchenê têkildarî meşa mezin a Îraniyan daxuyanî da û diyar kir ku ev meş yek ji mezintirîn kombûnên ku di salên dawî de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh merasîma çil rojiya hejmarek ji qurbaniyên xwepêşandanên Îranê bû.

 

Hejmarek ji malbatan merasîm li ser gorên hezkiriyên xwe li dar xistin û li dijî hikûmetê dirûşme qîr kirin.

 

Beşdarên merasîmê, ji bo rêzgirtina li mexdûran, wan wekî sembolên azadî û berxwedanê li dijî zilma dewleta Îranê bi bîr anîn.

 

Her wiha malbatan behsa azadî û rûmetê ji bo zarokên xwe kirin.

 

Polîsên Munchenê: Xwepêşandana munchenê yek ji mezintirîn kombûnên salên dawî bû

 

Li Diyasoprê jî piştgiriya xwepêşandanan didome.

 

Duh piştî xwepêşandaneke girseyî ya ku li Munchenê hat lidarxistin, medyaya Almanî di vî warî de daxuyanî da.

 

 

Polîsên Munchenê roja yekşemê li ser X'ê wiha ragihand:

 

"Duh di dema Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya 2026'an de, yek ji mezintirîn kombûnên salên dawî pêk hat.

 

Tê de nêzîkî 250,000 kes bi aştiyane xwepêşandan kirin.

 

Em ji hemî beşdaran re ji bo têkiliya wan a germ û dostane bi personelên şandî re spas dikin."

 

 

 

Dewleta Îranê li dijî van xwepêşandanan bertekên tund nîşan da

 

Hebûna bêhempa ya Îraniyên li derveyî welêt di xwepêşandanên "Roja Çalakiya Navneteweyî" de, ji aliyê medya û rayedarên dewleta Îranê ve rastî bertekên tund hat.

 

Têkildarî vê mijarê, dewleta Îranê hewldanên kêmkirina girîngiya kombûnan, înkarkirina mezinahiya wan û tawanan li dijî Îraniyên ku li derveyî welêt dijîn, dike.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye