Cenazeyê Çatalbaş ji nexweşxaneya ku lê jiyana xwe ji dest dabû, anîn ber mala wî ya li navçeya Bahçelievlerê û piştî rêûresmên olî, li goristana Yayla ya Stenbolê spartin axê.
Şukru Çatalbaş, nêzî 3 salan bû ku bi penceşêra roviyan re têdikoşiya.
Tevî nexweşiya xwe jî, lê dest ji têkoşîna xwe berneda.
Şukru Çatalbaş 60 salî bû û ji navçeya Arapgîrê ya Meletiyê bû.
Çatalbaş zewicî û bavê 2 zarokan bû.