Derbarê geşedanên dawiyê de, Mesûd Pezeşkiyan û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya peywendiyeke telefonî axivîn.
Serokkomariya Îranê Mesûd Pezeşkiyan daxuyand ku piştî helwestên Washingtonê ew êdî nikarin baweriya xwe bi wan bînin û wiha got:
"Washington ji dîplomasiyê dûr ket û berê xwe da rêya gef û zextan.
Ji ber vê yekê jî Îran nikare baweriya xwe bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bîne."
Pezeşkiyan: Helwesta DYA'yê di dema dan û standinan de dişibe xiyanetê
Di heman demê Pezeşkiyan di derbarê dan û standinan de jî, ev yek diyar kir:
“Me bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re du caran dan û standin kir.
Lê belê her du caran jî, di dema pêkhatina hevdîtinan de êrîşên leşkerî li hemberî Îranê hatin kirin.
"Ev helwest jî, dişibe xiyanetê."
Di çarçoveya Tengava Hurmizê de jî, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan da zanîn ku muzakereyên li ser ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê, nayên pêkanîn, heta ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê bi dawî bibe.
Ajansa Reutersê jî belav kir ku agahî ji hin çavkanî û berpirsan girtiye ku Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo rawestandina şer, nêzîkî rêkeftineke demkî bûne.
Pezeşkiyan: Ez û Mucteba Xamineyî li hev civiyan
Her wiha li gorî medyayên Îranê, di daxuyaniyeke din de, Serkkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand, ku wî bi Rêberê Bilind ê Îranê, Mucteba Xameneyî re hevdîtin kiriye.
Pezeşkiyan di hevdîtinekê de li Tehranê bi hin bazirganan re got ku wî vê dawiyê du saet û nîvan bi Rêberê Olî re hevdîtin kiriye.
Ji dema hedefgirtina Îsraîl- Amerîkayê de, ji Mucteba Xamaneyî, ev cara yekem e ku daxuyaniyeke fermî di derbarê hevdîtina wî de tê dayîn.