Li gorî El-Hedes ragihandiye îro nêzîkî 100 Filistînî di encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de ku ji duh sibehê ve berdewam dikin, hatine kuştin.
ENDAMÊ MECLÎSA QANÛNDANÎNÊ YA FILISTÎNÊ HAT KUŞTIN
El Cezîra jî eşkere kir endamê Meclîsa Qanûndanînê ya Filistînê Ferec el-Gul, îro di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de ku mala wî ya li bajarê Xezeyê hedef girt, hat kuştin.
LI BAKURÊ XEZEYÊ 3 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÎ HATIN KUŞTIN
Her wiha artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji ber teqînek bihêz di hundirê tankekî de, li bakurê Şerîda Xezeyê 3 leşkerên wan hatin kuştin û fermandarê tankê jî birîndar bû.
Bi vî awayî, ji destpêka şerê 7ê Cotmehê ve, 893 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin.