Ev bang bi dûrahiya 30 mîlî ji deryaya li başûr-rojavayê bajarê Hudeydayê yê Yemenê hatiye.
Di bangê de hat ragihandin ku keştiyeke barhilgir ji aliyê çekdarine nenas ve rastî êrîşê hatiye.
Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Îngilistanê diyar kir ku rayedar lêkolînê li ser bûyerê dikin.
Her wiha desteyê şîret li keştiyan kir ku baldar bin û her çalakiyeke gumanbar ragihînin.
Ev bûyer di demekê de tê ku trafîka deryayî li Deryaya Sor û Kendava Adenê bi pirsgirêkên ewlehiyê re rûbirû ne.
Ji dawiya sala 2023’yan û vir ve, êrîşên bi vî rengî li ser keştiyên bazirganî hene.