Medyaya Filistînî ragihand ku balafireke Îsraîlê konê rojnamevanan li ber Nexweşxaneya El Şîfa li Xezeyê bombebaran kir, di nav wan de 4 rojnamevan 5 kes hatin kuştin.
Televîzyona Filistînê eşkere kir ku rojnamevan Enes El Şerîf û Mihemed Qreîqea, peyamnêrên kanala El Cezîreyê ne, Îbrahîm Zahêr û Mihemed Nofal jî kamêrevanên wê ne.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan rojnamevanê El Cezîreyê Enes El Şerîf di êrîşeke asmanî de li bajarê Xezeyê kuştiye û ew bi serkêşiya hucreyeke Hamasê tawanbar kiriye.
Ofîsa medyayê ya hikûmetê li Xezeyê got ku hejmara giştî ya rojnamevanên ku ji destpêka şerê li ser Xezeyê ve di bombebarana Îsraîlê de hatine kuştin, gihîşt 237 rojnamevanan.