Bîlançoya Siweydayê roj bi roj giran dibe.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 12 jê jin 95 Durzî ji aliyê hêzên girêdayî Hikumeta Şamê ve hatin kuştin.
Li gorî SOHR’ê, bi vê yekê hejmara kuştiyên bûyerên li Siweydayê ku di 13’ê Tîrmehê de dest pê kirine, bû hezar û 490.
SOHRê derbarê hûrgiliyên êrîşan de ev agahî da:
“725 şêniyên Siweydayê ku piraniya wan Durzî ne hatin kuştin.
Ji vê hejmarê re di nav de 21 zarok û 57 jin, bi giştî 167 sivîl li meydanan hatin kuştin.
Di nav de 40 ji şêniyên eşîrên bedewî, çekdarekî Lubnanî, 477 endamên wezareta parastinê û ewlehiya giştî hatin kuştin.
15 endamên wezaretên parastinê û hundirîn di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin.
Di bombebarana Îsraîlê ya li dijî avahiya wezareta parastinê ya Hikumta Şamê de yek jê jin du kesên nenas hatin kuştin.
Di şerê li Siweydayê de 2 rojnamevan hatin kuştin.
69 jê jin, 15 zarok û kesekî bi temen di nav de 765 welatiyên Durzî hatin qetilkirin, 20 xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneya Wetanî ya Siweydayê bi guleyên endamên wezaretên parastin û hundirîn hatin kuştin.
Ji eşîrên bedewî, jinek û zarok di nav de 3 kes li qadan bi guleyên çekdarên Durzî hatin kuştin.”