Tevlêbûna Sûriyê di nava şerê Îsraîl û Libnanê de bûye rojev.
Dibe ku ev mijar tiştekî seyr be jî, lê dema ku mijar dibe berjewendî, tiştekî seyr û ecêb namîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ev 2 car in dibêje dibe ku Sûriye li rex Îsraîlê li Libnanê şerê Hizbullahê bike.
Donald Trump got ku Sûriye pir dixwaze tev li vî şerî bibe û şerê Hizbullahê bike.
Hin rapor derketin û daxwazên serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera di berdêla tevlêbûna şer de eşkere kirin.
Li gorî raporan, Ehmed Şera dixwaze piştgiriya Durziyan li Siweydayê bi dawî bibe û Îsraîl hêzên xwe ji başûrê Sûriyê vekişîne.
Sûriye niha li pêşiya 2 bijardeyan e.
Bijardeya 1'mîn şerê Hizbullahê û wergirtina piştgiriya Amerîka û Îsraîlê ye.
Ev yek jî ku bibe, wê Sûriye rastî gelek zehmetiyan were.
Hemdemî vê yekê, wê li ser sînorê Îraqê Sûriye û komên Şîe şerê hev bikin.
Ne tenê ev, wê Îran jî êrîşî Sûriyê bike.
Ji ber ku Hizubllaha Libnanê jî yek ji komên çekdar ên Îranê ye û lewma wê piştîgirî ji Îraq û Îranê jê re were.
Şevê din jî, bajarokê Holê rastî du êrîşan hat
Şevê din jî, bajarokê Holê yê giêdayî parêzgeha Hesekê hat topbarankirin.
Hat angaştkirin ku komên Şîe, ango Heşda Şebî, ev êrîş kirine.
Lê di encamê de, ti ziyan derneket.
Dibe ku ev êrîş hişyarek be ji bo Sûriyê, da ku tev li şerê li dijî Hizbullahê nebe.
Bijardeya 2'mîn jî redkirina şerê Hizbullahê û pê re jî rawestandina piştgiriya Amerîka û Îsraîlê ya ji bo Sûriyê ye.
Ev her du bijarde ji bo Sûriyê ziyaneke mezin in.
Tirkiyê jî nazxwaze ku Sûriye tev li şer bi Hizbullahê re bibe.
Çavdêr dibêjin ku armanca pêşniyara Amerîkî ew e ku li ser bingeha peymanên bi Îranê re, Îsraîl êrîşên li başûrê Libnanê kêm bike.
Li gorî wan, ev jî wê bi pêşniyarkirina hebûna aliyekî din, weke Sûriye ku dikare şerê Hizbullahê bike, pêkan be.
Çavdêran diyar kir ku Tirkiye ji ber hesabên xwe yên bi Îranê re, ne amade ye beşdarî vê pêvajoyê bibe.