Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar û yê Mexribê Nasser Bourita bi pêşengiya DYA'yê civiyan û biryar dan ku nûnertiyên xwe di asta balyozxaneyê de bixin û balyozên bilind tayîn bikin.
Li gor agahiyan dema vekirina fermî ya balyozxaneyan nehatiye eşkerekirin, her wiha ji aliyê Mexribê ve hîn li ser biryarê ti daxuyanî nehatiye belavkirin.
Tê plankirin ku heta dawiya sala 2026'an peymanên aborî werin îmzekirin û geştên balafiran werin zêdekirin.
Têkiliyên herdu welatan ku di salên 1990'î de dest pê kiribûn û di salên 2000'î de hatibûn qutkirin, di Kanûna 2020'an de bi Peymanên Abraham dîsa asayî bûn û hevkarî di gelek waran de pêş ket.