Roj Înê ji ber germahiya zêde li çend parêzgehên Tirkiyayê şewatên daristanî yên berfireh destpê kirin. Ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 113 daristan li 10 bajaran şewitîne.
Wezareta çandinî û daristaniyê ya Tirkiyê diyar kir ku di 48 saetan de 113 şewat derketine holê û heta niha 107 şewat hatine vemirandin. Lê hîn jî 6 agir çalak in.
Wezaretê ragihand ku agir li Ezmîr, Entaliya, Bursa, Sakariya, Manisa û Bolu derketine hole û ji ber vî agirî 16 gund hatine valakirin û ji ber xeteriyê hemû malbat hatine dûrxistin.
Wezaretê da zanîn ku ji bo kontrlkirina agir 11 helikopter, 26 tankerên avê û balafirên taybet tevlî çalakiyên agirvemirandinê dibin.
Di derbarê vê şewatê de Wezîrê çandiniyê yê Tirkiyayê Îbrahîm Yumakli got ku sedema agir ji ber germahiya zêde û xurtbxwna ba ye ku dihêle bêtir gur bibe û wiha lê zêdekir: Hêzên agirkuj heya kontirolkirina tevahiya agir dê karê xwe berdewan bikin”.
Îbrahîm Yumakli da zanîn ku heta niha tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye, bi tenê kesek birîndar bûye û sê kes ji ber şeka ewlehî ku bi vê şewatê rabûne hatine girtin.
Hevserokê Şaredariya Havranê Emîn Ersoy jî da zanîn: “Hemû tîmên şewat vemirandinê û AFADê li wir in û hemû tankerên li herêmê yên şaredariyan, bi balafir û helîkopteran xebatên vemirandinê didomînin.”
Aya Ehmo