Dadgeha Zahîdan a Îranê rastî êrişekê hat

Li dijî Dadgeha Zahîdan a Îranê komek çekdar êrîş pêk anîn, di encamê de hejmarek dadwer û karmendên dadgehê hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, li bajarê Zahîdan ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistan a dikeve başûrê rojhilatê Îranê, komek çekdar li dijî dadgehekê êriş pêk anîn. 

Hate diyarkirin ku di encama êrişê de, hejmarek dadwer û karmendên dadgehê hatine kuştin û birîndar bûne.Lê heta niha di derbarê nasnameya kes û aliyên li pişt êrişê de, ti agahî nehatine belavkirin.

Pîştî êrîşê, tedbîrên ewlehiyê li herêmê di asta bilind de hatin girtin û lêkolîn di derbarê bûyerê de berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye