Berdevkê Konseya Parastina Berjewendiyan, Muhsen Dehnewî, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X'ê wiha nivîsand:
"Konseya Parastina Berjewendiyan, Elî Riza Erafî weke endamê encûmenê destnîşan kir.
Li gorî xala 111'emîn a Destûrê, heta ku rêberekî nû were destnîşankirin, dê encûmeneke rêbertiya demkî ku ji serokkomar Îranê Mesûd Pezeşkiyan, serokê dadweriyê Xulam Muhsin Muhsinî Êjeyî û Elî Reza Erafî pêk tê, were avakirin.
Da ku rêberî bê navber berdewam bike û Meclîsa Pisporan bikaribe di zûtirîn dem de rêberekî mayînde hilbijêre."
Bi vê erkdarkirinê re, dewleta Îranê hewl dide ku di rêveberiyê de valahî çênebe.
Lê nîqaşên ji bo hilbijartina rêber jî berdewam dikin.