Baregehên Heşdî Şebî hatin bombebarankirin: 52 kuştî hene

Di êrîşa Îsraîl-Amerîka û Îranê ya li ser baregehên Heşdî Şeebî yên li parêzgehên Babil, Nînowa, Enbar û Kerkûkê 52 endamên hêzên Heşdî Şeebî hatin kuştin û gelek çekdarên wan jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji 28’ê Sibatê ve şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de dewam dike û her ku diçe dijwartir dibe.

 

Çiruskên şer li Îraqê jî ketine.

 

Duh li parêzgehên Enbar, Nînowa, Babil û Kerkûkê bi caran êrîş li ser baregehên hêzên Heşdî Şeebî hatin kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

 

Li bajarokê Qaîme yê ser bi parêzgeha Enbar, duh baregeha lîwaya 19 ya Heşdî Şeebî hate hedef girtin.

 

Di encamê de 30 endamên hêzên Heşdî Şeebî hatin kuştin û birîndar bûn.

 

Lê Amerîka û Îsraîlê heta niha bi fermî êrîş negirtine ser xwe.

 

Ev baregeha Heşdî Şeebî ku nêzîkî balafirgeha navneteweyî ya Qaîme ye û diekve 400 km nêzîkî bakurê rojavayê Bexdayê, bi temamî ruxiya.

 

Duh carek din êrişî baregeha Heşdî Şeebî ya li parêzgeha Babilê hate kirin.

 

Lê heta niha têkildarî zerer û ziyanên canî û madî yên êrişê ti agahî nehatine belavkirin.

 

Her wiha duh êrîş li baregeha Heşdî Şeebî ya li parêzgeha Nînowayê jî hate kirin.

 

Di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûn.

 

Her wiha de  direngiya şeva borî de jî li taxa Bedir a ser bi parêzgeha Kerkûkê êrişî baregeha Heşdî Şeebî (Turkmen) hate kirin û di ecnamê de 4 çekdar hatin kuştin û 13 çekdar jî birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyan bi giştî di rojekê de 52 endamên Heşdî Şeebî bûne qurbanî.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye