Ji ber "Operasyona Azadiyê" ya ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye ragihandin, aloziyên li herêmê berdewam dikin.
Ev proje ji bo misogerkirina derbasbûna keştîyên "welatên bêalî" bo Tengava Hurmizê ye.
Ji ber vê projeyê jî, Amerîka û Îran êrîşî hev dikin.
Piştî ku ev alozî derketin, gelek pirs derketin holê, gelo dan û standinên aştiyê yên bi navbeynkariya Pakistanê ketine xetereyê?.
Di hemahengiya van aloziyan de, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Donald Trump diyar kir ku “Projeya Azadiyê” ji bo demeke kurt hat rawestandin, lê dorpêç dê berdewam bike û wiha got:
"Li ser daxwaza Pakistan û welatên din, me bi hev re li hev kir ku Projeya Azadiyê ji bo demeke kurt rawestînin.
Ew jî ji bo ku em nasbikin, gelo bi vê yekê re em ê bigihêjin rêkeftinekê.
Lê bi vê biryarê re dorpêça me dê nesekine.”
Trump: Dan û standinên pir baş bi Îranê re hatine kirin
Piştî vê daxuyaniyê Trump li Koşka Spî wiha ji rojnamevanan re axivî:
“Îran dixwaze bi me re peymanekê çêbike.
Em ê bibînin ka em ê bigihêjin wê an na.
Me di 24 demjimêrên dawiyê de dan û standinên pir baş kirin.
Pir pêkan e ku em bigihêjin rêkeftinekê.
Lê ez ê dîsa şertê xwe bînim ser ziman, ku divê Îran çekên nukleerî çêneke.”
Axios: Washington û Tehran nêzîkî lihevkirinê bûne
Li gorî Axiosê jî, ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Amerîkî, Washington û Tehran ji bo bidawîbûna şer nêzîkî lihevkirinê bûne û diyar kir ku her du welat li ser van xalan nîqaş dikin:
“Divê Îran dewlemendkirina ûranyumê rawestîne.
Divê Amerîka cezayên li ser Îranê rake.
Qedexeyên li ser rêyên Tengava Hurmizê bên rakirin.”
Îsmaîl Beqayî: Em pêşniyara Amerîkayê dinirxînin
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di axaftina xwe de ya bi ajansa nûçeyan a ISNAyê re got ku, pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şer di bin nirxandinê de ye û wiha lê zêde kir:
Amerîkayê ji bo bi dawî anîa li şer pêşniyareke nû pêşkêşî Pakistanê kiriye.
Em wê pêşniyarê dinirxînin, piştre em ê bersiva xwe bidin Pakistanê.
Di heman demê de, çavkaniyeke Pakistanî ji Reutersê re eşkere kir ku, eger her du alî li ser rêkeftina destpêkê li hev kirin, dê 30 rojan dan û standinên berfireh çêbibin, ji bo ku bigihêjin rêkeftineke dawîn.
Li Îranê ji bilî nirxandina pêşniyara Amerîkayê, gelek hevdîtin çêdibin.
Serokkomarê Îranê Pezişkiyan bi Serokkomarê Fransayê Macron re civiya.
Her wiha Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Pekînê bi Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi re civiya.
Li gorî ISNAyê, Eraqçî Çîn wekî "hevkarekî nêzîk" bi nav kir û got ku di bin şert û mercên heyî de hevkariya di navbera her du welatan de dê xurtir bibe.
Dîsa Ebas Eraqçî peywendiyeke telefonî bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan re pêk anî.
Hat destnîşankirin ku her du aliyan pêşketinên dawîn ên li herêmê nirxandin, û tekezî li ser berdewamiya dîplomasiyê kirin, da ku pêşî li zêdebûna rageşiyê bigirin.