BARRACK: DIVÊ HSD BI AWAYEKÎ RÊZDAR TEVLÎ HIKÛMETA NÛ BIBE

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack piştî civînên ku li Şamê çêbû de axifî û got: “HSD di şerê li dijî DAIŞê de hevkarekî hêja ye. Amerîka dixwaze piştrast bike derfetek ji wan re heye ku bi awayekî rêzdar tevlî hikûmeta nû bibin."

reset font size increase font size

Duh li Şamê di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berpirsên hikûmeta veguhez a Sûriyeyê de civînek û di navbera Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera, Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê û nûnerê taybet ê Amerîkayê ya Sûriyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî civînên cûda çêbûn. 

Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack piştî civînan ji Ajansa Associated Press re axivî. 

``ŞAM Û KURD JI BO YEKKIRINA HÊZÊN ARTÊŞÊ LI HEV NAKIN``

Balyozê Amerîkayê Tom Barrack hevpeyvîna xwe de got ku hikûmeta veguhez ya Sûriyê û rêveberiya Kurdî ya ku bakurê rojhilatê welêt kontrol dike, hîn jî li ser çawaniya yekkirina hêzên xwe li hev nekirine. 

Barrack axaftina xwe wiha domand: “Hikûmeta veguhez ya Sûriyeyê û Kurd hîn jî li ser planên yekkirina hêzên xwe piştî gera dawî ya danûstandinan li hev nekirine. 

Ev yek jî dibe astengî ku rayedarên nû yên li Şamê nikaribin şerê navxweyî yên bi salane li herêmê rû dide kontrol bikin.``

Nûnerê Amerîkayê Barrack, ji bo Sûriyeyê da diyar kirin ku hîn jî nakokiyên girîng di navbera aliyan de hene û ev wek `pirsgirêkek mezin` e di navbera her du aliyan pênase kir. 

Balyozê Amerîka Barrack anî ziman ku baweriyeke tam a bi hikûmeta Sûriyê û artêşa hikûmeta nû ya Sûriyê heye.

Amerîka dixwaze piştrast bike ku derfetek ji HSDê re heye ku bi awayekî rêzdar tevlî hikûmeta nû bibin.

FRANSA: DIVÊ ŞAM HEMÛ CIVAKÊN SÛRIYÊ TAYBET JÎ KURDAN BIHEWÎNE

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Christophe Lemoine jî piştî civînê got ku divê hikûmeta demkî ya Şamê hemû civakên cuda yên li Sûriyeyê û bi taybetî jî Kurdan bihewîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24