Trump: Agirbesta Xezeyê ketiye meriyetê û wê bidome

Serokê Amerîkayê Donald Trump, baweriya xwe anî ziman ku agirbesta li Xezeyê wê bidome, ji ber ku Îsraîl û Hemas ji şer westiyane. Hemas, Cîhada Îslamî û Eniya Gel a Rizgariya Filistînê jî, duh êvarê di daxuyaniyek hevbeş de, ragihandin ku ew her cure serweriya biyanî li ser Xezeyê red dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de, duh ket meriyetê û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, baweriya xwe anî ziman ku agirbesta li Xezeyê wê bidome, ji ber ku Îsraîl û Hemas ji şer westiyane.

Li gorî Ajansa France-Presse, Trump duh êvarê diyar kir ku li ser qonaxên din ên plana Xezeyê lihevkirinek heye.

Artêşa Îsraîlê jî, di daxuyaniyekê de ragihand ku peymana agirbestê ket meriyetê û hêzên artêşa Îsraîlê li ser xetên xwe yên nû hatin bicihkirin.

Parastina Sivîl li Xezeyê jî, da zanîn ku ji dema agirbest ketiye meriyetê ve, nêzîkî 200 hezar sivîl vegeriyane bakurê Xezeyê.

 

Hemas û aliyên Filistînî: Em serweriya biyanî li ser Xezeyê red dikin

Li gorî Reutersê, Hemas, Cîhada Îslamî û Eniya Gel a Rizgariya Filistînê jî, duh êvarê di daxuyaniyek hevbeş de, ragihandin ku ew her cure serdestiya biyanî li ser Xezeyê red dikin û tekez kirin ku rêveberiya Xezeyê bi tevahî, karekî navxweyî yê Filistînê ye.

Ji aliyê xwe ve, berdevkê Hemasê, Hazem Qasim destnîşan kir ku li ser bendên mayî diyalogek bi navbeynkaran re heye û tekezî li ser hevkariya bi hemî aliyan re kir, da ku berdewamiya peymana agirbestê misoger bike.

 

Berdevkê Hemas: Em amade ne dest ji kontrola Xezeyê berdin

 

Her wiha Hazem Qasim ragihand ku Hemas amade ye roja piştî şer, dest ji kontrola Xezeyê berde û naxwaze bibe beşek ji tu rêkeftinên îdarî yên li Xezeyê.

Qasim tekez kir ku wê tevgera wan, tu hincetekê nede Îsraîlê ku dîsa vegere şer.

Di derbarê bêçekkirina Hemasê de jî, berdevkê Hemasê Hazem Qasim ev yek anî ziman ku wê di nav Filistînê de nîqaş werin kirin, da ku bigihêjin lihevkirinê.

 

Sotemenî û gaz wê derbasî nav Xezeyê bibin

 

Bi destpêkirina agirbesta li Xezeyê re, çavkaniyek Filistînî eşkere kir ku alîkarî û pêdiviyên din ên bingehîn, di nav de sotemenî û gaz, wê îro bi serbestî bikevin nav herêma Filistînê.

Heman çavkaniyê got ku navbeynkaran, Hemas agahdar kirine ku deriyê Refehê wê di nîvê hefteyê de ji her du aliyan ve ji bo welatiyan vebe.

Her wiha tekez kir ku navbeynkaran dest bi têkiliyê bi şîrketa elektrîkê re kirine, da ku elektrîkê vegerînin Xezeyê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24